Rêveberiya PYD dest danî ser derman û pêdiviyên bijîşkî yên herêma Kurdistanê ji bo birîndarên teqîna Qamişlo şandibûn.
Piştî teqîna xwekujî ya 27ê tîrmehê ku taxa Xerbî li bajarê Qamişlo armanc kiribû, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çar Ton derman û pêdiviyên bijîşkî ji nexweşxaneyên Qamişlo re Şandin, lê rêveberiya PYD ew derman desteser kirin û di embarên xwe de li bajarê Dêrikê bi cih kirin.
Emaneta giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, daxuyaniyek di vê derbarê de belav kir têde ragihand ku derman û pêdiviyên bijîşkî ji hêla rêvberiya PYD hatine desteserkirin û ta niha li ser nexweşxaneyan nehatine belavkirin û bi tundî ev kiryara PYD şermezar kir, û di heman demê de soza alîkariyê li gor karînên ENKS bi birîndaran re da.
Tê zanîn ku Di encama du teqînên xwekujî li bajarê Qamişlo roja Çarşemê 27-7-2016 bêtirî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.
Jêder: Hevbendî