Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê di leşkerkirina zarokên temen biçûk de li Helebê û gundewarê wê berdewam in.
Çalakvan Elî Zeyno ji me re ragihand ku çekdarên PYDê di 3 /7/2019 zarokê bi navê Cemal Cabo (14) sal ji bajarokê Şeran ê a bi ser Efrînê ve revandin.
Zeyno tekez kir ku çekdarên PYDê ew zarok birin kampên xwe yên leşkerî li gundewarê Helebê , û “ ta niha çekdarên PYDê bi dehan zarokên Efrînê leşker kirine ”.
Her wiha Zeyno diyar kir ku tevî imzekirina çekdarên PYDê berî 3ê rojan li ser rawestandina leşkerkirina zarokên temen biçûk lê ew di leşkerkirina zarokan de berdewam in.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî