Duh Sêşmbê 7 ê Tîrmehê girûpeke rûgirtî êrîşî mala “Felemez Osman” endamê komîta herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li gundê Dêrswan kir, û ew ber bi cîhekî ne diyar ve birin, li gor ku nûçegihanê me li Efrînê nûçe gihand.
Çalakvan dibêjin ku hêza bi navê “Hêza Dijî Terorê” ya bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat ve, ew in yên ku Osman girtine.
Tê zanîn ku binçavkirina endamên PDK-S ji hêla PYD ve berdewam e, ji ber helwêsta wan ya siyasî ya nakok bi rêveberiya xweser ya bi ser PYD ve re.
Di vê derbarê de PDK-S ji saziyên mafê mirovan xwest, ku dest têwerdanê ji bo diyarkirina çarenivîsa kesên girtî di zindanên PYD de li bajarê Efrînê bikin.
Jêder : Hevbendî