Piştî 10 heyvan ji rizgarkirina bajarê Kobanê, rêveberya Partiya Yekîtiya Demuqrat soza nûavakirina bajêr dabû, lê ta niha soza xwe pêk naniye.
Welîd Mihemed ji xelkên Kobanê ye, ji malpra me re ragihand ku “PYDê sozên avakirina bajêr dan û ew soz pêk nanîn, û rê nade ti saziyan ku werin avakirinê bikin her wiha rê nade milet jî ku pêdiviyên avakirinê derbasî bajêr bikin”.
Mihemed diyar kir ku zêdeyî 35000 mal û bi hezaran firoşgeh hatine hilweşandin di encama şerê Kobanê de, û ta niha avakirin pêk nehatiye, tevî ku kordînasyona Jinûve vakirina Kobanê ya bi ser PYDê ve gotibû ku ew derbasî qonaxa duyemîn ji avakirinê bûne.
Her wiha Mihemed nîşan da ku PYDê bi dehên riyan di nav bajêre de vekirine û di encamê de gellek mal hatine wêrankirin, û tiştek hember ziyanên li welatiyan bûne nadaye wan, û ev yek bûye cihê nerazîbûnê “.
Jêder : Hevbendî