Rêvberiya dergehê Sêmalka yê sînorî, yê di navbera herêma Kurdistana Iraqê û Sûryê de ye, rê neda ji bo derbasbûna du endamên komîta yasayî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS dema dixwestin derbasî parêzgeha Hesekê bibin.
Rêveberiya dergeh ya bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve piştî vekolîneke berfireh bi herdû parêzeran Zehra Ehmed û Fexridîn Hacî re, endamên komîta yasayî ya ENKS, ew vegerandin herêma kurdistanê û derfeta derbasbûnê neda wan.
Ji hêla xwe ve komîta yasayî ya ENKS daxuyaniyek belav kir têde diyar kir ku şandek ji komîta wan li ser vexwendina Komîsera Bilind Ya Helbijartinan li herêma Kurdistana Iraqê beşdarî rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê bibû, û dema vegera wan ji bo welat, rêveberiya dergehê Sêmalka rê neda wan.
Di heman daxuyaniyê de komîta yasayî ya ENKS kiryarên rêveberiya PYD şermezar kirin û got ev yek binpêkirina piransîbên mafê mirovan e .
Û Komîta Yasayî ya ENKS doz li rêxistinên navdewletî kir ku destwerdanê di vê rewşê de bikin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê