Esayişên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD li gundê Xezna Mezin, yê bi ser bajarê Tirbespiyê ve, Mesûd Îsa Hemdî peyamnêrê malpera”Yekîtî Mediya” duh Çarşemê 16-3-2016 binçav kir.
Hevjîna Mesûd ji malpera mere ragihand ku Esayişan Mesûd bi cilê razanê ji malê derxistin, û em nizanin li kîjan zindanê binçavkirî ye.
Her wiha hevjîna Mesûd tekez kir ku Esayişan doza nasnameya Mesûd li wan kir, û bi şêweyekî tund danustandin bi wan re kirin.
Ji hêla xwe ve Silêman Oso berpirsê ragihandinê di serkirdayetiya partiya Yekîtî ya kurd de, kiryarên Esayişên PYD bi tundî şermezar kirin û got” PYD bi hemû şeweyan hewil dide ku dengê rastiyê rawestîne, û bi taybet dengê malpera me, û ev ne cara yekê ye ku peyamnêrên me rastî binçavkirin û revandin û eşkencekirinê ji hêla hêza navbûrî tên” .
Jêder: Hevbendî