Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD îro Sêşemê 17-1-2017 berpirsê ofîsa siyasî ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya PDK-S Mihemed Ismaîl serbest berda.
Mihemed Ismaîl ji malpera me re ragihand ku ew bê tewanên diyar pênc heyvan di zinanên PYD de binçavkirî ma, tenê gunehê wan ku di rêwresmên bixakspartina pakrewanekî de beşdar bibûn.
Li ser rewşa girtiyan Ismaîl got “rewşa hin girtiyên ENKS di zindanê de xirabe û bi taybet Xeyas Ismaîl ku pêwîstiya wî bi neştegiryeke bilez heye”.
Tê zanîn ku girtiyên ENKS ji 15 û 16 heyva Tebaxa 2016an ve di zindanê esayişên PYD de binçavkirîne.
Jêder: Beşê Kurdî Di Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê De