Çalakvanên Kobanê ragihandin ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê li bajrê Kobanê zarokekî temen biçûk revand, û tekez kirin ku leşkerkirina zarokên temen biçûk li bajêr û gundewarê wê berdewam e.
Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji malpera me re ragihand ku zarokê bi navê Kamîran Mistafa Elo ku temenê wî 12 sale berî 5 rojan ji aliyê hêzên PYDê ve li bajarê Kobanê bo leşkeriyê hat birin, û malbata Kamîran bangî Encumana Niştimanî ya Kurdî û hemû rêxistinên sivîl dike da ku destwerdanê bikin û kurê wan were berdan û li dibistana xwe vegere.
Mistefa bi tundî kiriyarên PYDê rexne kir û doz li rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li ser hêza PYDê bike da leşkerkirina zarokên temen biçûk were rawestandin û Kamîran û zarokên temen biçûk werin azad kirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî