Rewşa jiyanê ya xerab ji xelkên ku vegeryane bajarê Kobanê re, bû sedem ku careke din vedigerin Tirkiyê.
Hecî Mihmed yek ji xelkȇn Kobanê ye ji mere got ” nebûna kehrebe û av û bihabûn û kêmbûna pêdiviyên rojane, jiyana me pir dijwar kiriye , sedema vê jî dorpêçkirina bajêr ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve ye, dihêle ku bazirgan tenê ji Tirkiyê pêdiviyên rojane derbasî kobanê bikin”
Her wiha Mihmed diyar kir, ku ta niha tu aliyekî alîkarî nedane wan û rêveberya Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê rê nade rêxistinên sivîl ku alîkariyan derbasî Kobanê bikin û li xelkê belavbikin”
Tê zanîn ku ta niha bêtirî 25 hezar kes vegeryane bajarê Kobanê û gundewarê wê.
jêder : Hevbendî