Îro 22 Adarê xwecihiya Amûdê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, derman û keresteyên pizîşkî yên ku herêma Kurdstanê ji bo birîndarên teqîna Hesekê şandibûn li nexweşxaneyên bajêr belav kirin.
Di pêwendiyeke me pêre, Rêzan Ehmed serokê xwecihiya Amûdê, diyar kir ku xwecihiyê serdana herdû nexweşxaneyên Amûdê kir, û daxwza lîsteya pêwistiyan ji rêvebirên nexweşxaneyan kir, piştre komîta têkiliyan di xwecihiyê de pêdiviyên hatibûn xwestin ji bajarê Qamişlo anîn û radestî wan kirin”.
Ji hêla xwe ve Husên Mistefa endamê Komîta Têkiliyan di xwecihiya Amûdê da zanîn ku “pêdiviyên me li her nexweşxaneyekê belavkirin ev bûn ( 10 kîsên xwînê, 100 kîsên sîroman, 250 derziyên antîbiyûtîk)”.
Tê zanîn ku herêma kurdistanê 3 Ton derman û pêdiviyên pizîşkî şandibûn, her wiha nexweşxane û dermangehên Amûdê derman bê beramber pêşkêş kirin.
Jêder : Hevbendî