Rûsya û Rêjîma Esed berê xwe dane koçkirina niştecihên Qelemona rojhelat li gundewarê Şamê piştî du salan ji agirbestê, piştî ko operasiyonên koçkirina berfireh li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê bidawî kirin, yên ko Hevbendiya niştimanî salixa wan dabû ku ew‘’ operasiyonên guhertina dîmugrafî ne ji bingeha civakî re ‘’.
Rêjîma Esed operasiyonên koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî li Sûriyê ji demeke dirêj ve bikar anîne, wek yek ji tawankariyên cengê derheqê niştecihan, bi amanca bihêle xelk xwe radest bikin û şoreşa Sûriyê vemirîne.
Alayên leşkerî li bajarên Qelemona rojhelat damezirandina serpereştiyeke yekgirtî ragehand, hemû hêzên leşkerî li herêmê têde beşdar in, wek karekî ji bo derketina dijî hewildanên koçberkirinê yên Rûsya û Rêjîma Esed dixwazin bikin, mîna yên ko li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê vê dawiyê çêbûne.
Nivîsgeha ragehandinê ya serpereştiya yekbûyî daxuyaniyek derxist têde dirar kir ko ew sûrin li ser saxlemiya bajaran, û guhertina dîmugrafî û koçkirina kotekî red dikin, her weha laşê nû yê damezirandî alayên leşkerî û nivîsgeha siyasî ya danûstandinan li xwe digre.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko bêçaretiya navdewletî sedema sereke ye ji berdewamiya pêkanîna rêjîma Esed û yên piştgiriya wê dikin ji tawankariyên cengê re li Sûriyê, û daxwaz kir ko karên kêrhatî bibin ji bo berpirsiyarên wan tawankariyên cengê bêne sizakirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî