Amareke qurbaniyên heyva Êlûnê ji aliyê Nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê hat amadekirin û têde hejmara qurbaniyên êrîş û kuştarên hovane yên rêjîma Esed bi piştgiriya heryek Ji Rûsiya û Îranê di heyva Êlûnê de gihişt 1549 kesan, ku di nav wan de 223 zarok û 152 jin hene, û 50 girtî di bin eşkecê de di girtîgehan de hatine kuştin.
Rêjeya 52% ji şehîdan hat tomarkirin di herdu parêzgehên gundewarê Şamê û Helebê de, ku bi rêjeya 17% ji wan sivîl bûn û her ji ragihandina destêwerdana serbazî ya Rûsî ve (646 şehîd ketine di mawê nîva yekê ji heyva êlûnê û 903 şehîd di nîva duwem de) û rêjeya zarokan di nav qurbaniyan de bilind bû biqasî 27% (ji 81 zarokî di mawê nîva yekê de ji heyva êlûnê bo 142 zarokan di nîva duwem de) û rêjeya qurbaniyan di nav afretan de bi 24% hat zêdekirin (58 şehîd di nîva yekê de ji heyva êlûnê û 94 şehîd di nîva duwem de).
Hêjayî gotinê ye ku di heyva tebaxê de hejmara kuştiyan hat tomarkirin bi 1852 sûriyan li ser destê rêjîma Esed di bombebarankirinên bi mûşek û bermîlên teqîner de ji wan 214 zarok û 172 jin û di girtîgehan û di bin eşkencê de 57 girtî mirin.
Jêder:Hevbendî