Hêzên rijêmê û dezgehên wê yên ewlekarî di veşartina nav û cih û çarenûsa girtiyên felestînî de berdewam in, di dema ku raporên mafnasî balê dikşînin ser ku ta niha 1781 girtiyê filestînî di zindanên rijêmê de hene, 108 ji wan jin in.
Û Girûpa Kar ya ji bo Filestîniyên Sûriyê, di raporeke xwe de doh got ku 248 penberên filestînî ji jin û xor û zarok û kal û pîran, yên nişteciyên kampa Xan Elşîh ya li gundewarê şamê di girtîgehên rijêmê de bêserûşûn in.
Û Girûpê got ku gêncê felestînî yê bi nave Muawiye Elfot, ji berî heft salan de girtî ye, û dezgehên ewlekariyê ti agahiyan li ser wî nadin, û tê zanîn ku endamên hêzên ewlekariyê ew li ser rêbenda Spênê Elkablat li şamê di 20 eylûla 2013 de girtibûn, û ji wê rojê ve ti agahî li ser çarenûs û devera ku ew lê girtî ye nahatine diyarkirin.
Û berê jî Girûpê gelek bangawazî şandibûn, têde daxwaza diyarkirina çarenûsa girtiyên filestînî yên di zindanên rijêmê de kiribû, lê ti bersiv nehat dan.
Hêjyî agahsdarkirinê ye ku şaxên ewlekariyê yên rijêmê naxwaze ti agahiyan derbarê nav û girtiyên filestînî yên di girtîgehên wê de bide, û ev dihêle ku zanîna çarenûsa wan girtiyan nepêkane be, ji bilî hin agahiyên ji kesên hatine berdan yên her demekê tên bidestxistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî