Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporeke xwe de derbarê bombebarana rêjîmê û Rûsiya, duh pêncşembê, diyar kir ku bikaranîna rêjîmê û siponserê wê yê Rûsî ji narincokên goşeyî re dijî taxên sivîlan li başûrê rojavayê Sûriyê, bû sedema derbiderkirina bisedhezaran ji niştecîyan ji 1 kanûna pêşîn a sala borî 2019 ta 25 sebata 2020an.
Û raporê ne kêmtir ji 492 êrîşên bi çekên goşeyî ji destpêka bikaranîna wan çekan di heyva temûza 2012 ta 25 vê heyvê 2020 de tomar kiriye, 248 êrîş jê li ser destê rêjîmê bûn, û 236 êrîş li ser destê Rûsiya bûn, û 8 êrîş herdû hêzên Rûsiya û rêjîmê pevre pêk anîbûn.
Û raporê got ku êrîşên rêjîmê û Rûsiya bi çekên goşeyî, bûn sedema kuştina 1030 sivîlî, di nav de 382 zarok û 217 jin. Herweha bûn sedema birîdarbûna nêzî 4350 sivîlî, û bal kişand ku hinek ji wan dest an lingên wan hatine birîn, û hewcedarî endamên çêkirî ne.
Û raporê tekez kir ku êrîşa leşkerî ya tund bi hemî cûreyên çekan, bi taybet yên goşeyî, li ser deverên azad; sedema sereke ye ji derbiderbûna kotekî re, ya ku zêdetir ji 900 hezar kes ji 1 kanûna pêşîn 2019an de neçarî wê bûne, li gor ofîsa netewên yekbûyî ya hevrêzkariya karûbarên mirovahî.
Û raporê anî ziman ku nekêmtir ji 4 êrîşên bi narincokên goşeyî, ji 1 kanûna pêşîn 2019 an de ta 25 sibata 2020an, rêjîma Esed li parêzgeha Idlibê pêk anîne, û ew êrîş bûn sedema kuştina 12 sivîlan, 7 zarok û 2 jin di nav wan de hebûn, herweha birîndarbûna 27 kesên din.
Û toreya mafnasî di rapora xwe de, dît ku şûnmayên wan çekan astengiyên mezin li pêşiya operasyonên vegerandina derbideran û liva karmendên hawarçûnê û berevaniya sivîlan çêdike, herweha metirsî ye li ser pirosesa nûavakirinê.
Û raporê daxwaza derxistina biryarekê bo qedexekirina bikaranîna narincokên goşeyî li Sûriyê ji Encûmana Ewlekarî kir, mîna biryara qedexekirina çekên kîmawî, û daxwiyanyek ji rêxistina zarokan ya Netewên Yekbûyî derbarê metirsîdariya bikaranîna hêzên rêjîmê û Rûsiya ji çekên goşeyî re dijî zarokên gelê Sûriyê niha û di paşerojê de derket .
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî