Raporeke meydanî tekez kir ku ji ber berdewamiya dijminkariya rijêma Esed û siponsera wê Rûsiya li ser bajarok û gundên Idlibê, bêtir ji 300 hezar kesî di du heyvên borî de derbider bûne.
Û tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, di daxuyaniyeke xwe de ya li ser rûpela xwe ya medya civakî belavkirî, got ku bêtir ji 55664 malbatan , anku 328418 kes, ji herêmên başûr û rojhlatî Idlibê ji yekê heyva çirîya paşîn ta duh înê ji kanûna 2020 derbider bûn.
Û di daxuyaniyê de hat ku kesên derbder li bêtir ji 34 bajar û bajarok û gundên bakurê Heleb û Idlibê belav bûn, û daxuyanîyê got ku tîmên rêxistinê hîn di serjmêr û belgekirina derbideran de berdewam in, û di warê dabînkirina hewcedarîyên mirovahî de dixebitin.
Û daxuyanîya Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê, daxwaz ji dezgeh û rêxistinên xwecihî û navdewletî û Neteweyên Yekgirtî û Encumana Ewlekariya Navdewletî kir, ku gavin rêkupêk û kartêker bavêjin, ji bo dabînkirina parastina pêwîst, û karekî cidî û bilez bibe da êrîşên rêjîma Esed û Rûsîya li ser parêzgeha Idlibê were rawestandin.
Û saziya “Hevrêzkarên Bersivdanê” ya Sûrî, berî hefteyekê di raporeke xwe de eşker kiribû ku bêhtir ji milyonek kes ji ber êrîşên rêjîma Esed û balferên Rûsî ji destpêka sala 2019 de ji parêzgeha Idlib penaber bûne.
Herweha gund û bajarok û bajarên parêzgeha Idlibê rastî helmeteka leşkerî tê, ji aliyê rêjîma Esed û milîseyên pêre alîkar, bi piştgiriya asîmanî ji hêla Rûsîya ve ji 25 çirîya paşîn ji 2019 de, û ji encama êrîşan bidehhezaran kes derbider bûn, û bi sedan hatin kuştin û birnîdarkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî