Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe yaku duh duşembê derketiye de, kuştina 113 Sivîlî di nav de 36 Zarok û 6 Jin û 3 kes yên ji ber îşkencê canê xwe jidest dane li Sûriyê di Heva Kanûna paşî ya 2021an de belge kir, û bal kişand ser ku 18 sivîl ji encama teqîna mayînan hatin kuştin ji nav wan 16 zarok bûn.
Û raporê diyar kir ku 17 sivîl di nav de 6 zarok û 2 jin li ser destê rijêma Esed hatin kuştin, û yek li ser destê Milîsên PYD û 3 li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hatin kuştin û ew tev jî zarok bûn, û raporê kuştina 92 sivîl di nav de 27 zarok û 4 jin li ser destê hêzên dîtir tomar kir.
Û rapora saziya mafnasî anî ziman ku tîmê kar di saziyê de di heyva kanûna paşî ya bûrî de kuştina 3 kesên bi sedema îşkencê li ser destê hêzên rijêmê tomar kir.
Û raporê bal kişand ser ku nêzîkî 3327 ji kadroyên bizîşkî hîn girtî ne an binçavkirî ne li bal rijêma Esed, û got ku rijêm û hevalbendê wê yê Rûsî bi awayekî sereke di ber bombebarankirina bêhtirîn navendên bizîşkî li sûriyê û rûxandina wan û kuştina bi serdan ji kadroyên bizîşkî û binçavkirina bi dehan ji wan berpisyar in.
Û raporê tekez kir ku rijêma Esed yasaya navdewletî ya mirovahî û yasaya urfî û tevaya biryarên Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî çirandin, û bi rengekî taybet biryara hejmar 2139 û biryar hejmar 2042 û biryara hejmar 2254 lê bêyî ku were cezakirin.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe de daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku rêşûnên bêhtir piştî derketina biryara hejmar 2254 bistîne, û cextî li ser rakirina doseya sûrî bo Dadgeha Tewanên Navdewletî û sizakirina tevaya kesên tevlî tewanan bûne kir, tevî rijêma Rûsî piştî hate çespandin ku wê tewanên cengê pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî