Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, got ku wê di heyva borî de girtina 146 kesan belge kiriye, 4 zarok di nav de hebûn, û 115 jê bûne binçavkiriyên kotekî, û bal kişand ku hêzên rijêmê di girtin û peyketina welatiyên Sûrî ji ber nerînên wan ên siyasî berdewam e.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe yaku duh çarşemê derketiye de, eşkere kir ku, 58 ji girtiyan li ser destê rijêmê bûn, 44 jê bûn binçavkiriyên kotekî, û 36 jê li ser destê milîsên PYD hatin girtin, 3 zarok di nav wan de hebûn, û 32 ji wan bûne binçavkiriyên kotekî.
û raporê 21 girtî li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, zarokek di nav wan de hebû, 16 jê bûne binçavkiriyên kotekî, tomar kiriye, her weha 31 li ser destê aliyên leşkerî yên din bû, 23 jê bûne binçavkiriyên kotekî.
Û rapora Tora Mafnasî bal kişand ku di belavbûna cugrafî ji girtiyên kotekî di heyva bûrî de li gorî parêzgehan, di pêşî de parêzgeha Helebê hat, û di dû re Dêra Zorê bû, û paşê Idlib hat, û raporê got ku hin ji penaberên Sûrî yên li Libnanê di dema vegera wan bo Sûriyê de hatine girin.
Û raporê anî zinman ku rijêma Elesed derdora 17 mersûmên lêborînê derxistine, û ya herî dawî di avdara 2020an de bû, lê hemû mersûm jî ji bo kesên tewan kirine bûn, û hejmareke mezin ji girtiyan bi dirêjiya salên girtinê ti carî dadgeh ji wan re çênebûne, û bûne binçavkiriyên kotekî, li derveyê wan lêborînên rejêmê bûn.
Û raporê tekez kir ku rijêmê pabendî bi ti lihevkirin û rêkeftinên navdewletî yên rijêmê li ser pesend kirine nekiriye, û bi taybet Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîlî û Siyasî, û hîn di girtina bi hezaran kes de, bêyî biryara girtinê hebe, bi dirêjiya salan, berdewam e.
Û rapora Mafnasî daxwaz ji Encûmana Ewlekariyê ya Navdewletî kir ku, biryarên cîbicîkar yên ji aiylê wê ve derketine, wek: hejmara 2042 yaku di 14 nîsana 2012 û 2043 ya di 21 nîsana 2012 û 2139 yaku di dîroka 22 sebata 2014an de derketî, yên ku tê de hatine ku divê sinorek ji binçavkirinên kotekî re were danîn bişopîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî