Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporeke nû de bangekek lezgîn da bo hawarçûna nêzî 700 hezar koçberên neçar ji ber êrîşên Rûsiya û hêzên rêjîma Esed û milîsên Iranî dijî deverên bakurê rojavayê sûriyê , di dema berdewamiya pêla sermê li deverê.
Û raporê mirina 167 welatiyên Sûrî di nav de 77 zarok, 18 jin, jiber sermê ji destpêka destpêkirina şoreşa Sûriyê di avdara 2011 de belge kiriye, û raporê tekez kir ku rêjîma Esed û hevkarên wê guh nadin jiyan û êşa derbideran, û got ku ew bi xwe sedema sereke ya vê êşê ne.
Û raporê eşkere kir ku 146 ji wan li ser destê hêzên rêjîmê hatibûn kuştin, di nav de 25 di girtîgehên rêjîmê de jiyana xwe jides dan, û tora mirovahî got ku milîsên PYD di ber mirina 11 sivîlan de berpisyar in, û rêxistina Daişê di ber mirina 5 kesan de, herweha 5 kesên din di dema koça berbi Ewropa de jiyana xwe jidest dan.
Û raporê hişiyarî da ku rewşa bobelatî li parêzgeha Idlibê nîşana xeternakiyê ye, û heye ku serma bibe sedema mirina kesin din,û bal kişand ku gundewarê Başûrê rojhilatê Idlibê ji destpêka kanûna pêşîn 2019 de, rastî gurkirine leşkerî tê, û got ku ne kêmtir ji 689 hezar kesî ji ber operasyona leşkerî dest ji mal û xaka xwe berdane.
Û raporê diyar kir ku bisedhezaran derbider li seranserî sînorê Turkiyê û Sûriyê belav bûne, di dema ku hinek din berê xwe dane deverên çiyayî li gundewarê bakurê Idlibê, û got ku piraniya wan derbideran bêcî ne, di dema peyabûna pileya germahiyê ya ku di rojên dawî de gihîştê 8 pileya di bin sifrê de.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ji Encûmana Ewlekarî daxwaza derxistina biryarekê ji bo 7 milyon kesên hatine derbiderkirin di hundurê sûriyê de kir, û daxwaza lidarxistina civnek awarte ji bo rewşa nêzî 700 hezar derbiderên ku di nav êş û serma tûj de dijîn ji komelgeha giştî ya netewên yekbûyî kir, bo dîtina çareykê ji bo parastina wan ji operasyonên derbiderbûnê yên din di rojên dahatî de, û cihekî aram û dûr ji hemû şêweyên bombebaranê dabîn bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî