Raporên mafnasî anîn ziman ku bi dirêjiya sala bûrî 2020an, girtinên kotekî li Sûriyê nehatin rawestandin, û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya dawîn de got ku wê 1882 girtinên kotekî tomar kirine, zarok û jin jî di nav de hebûn, û bal kişand ser ku Sûriya welatekî ne aram û ne jî ewle ye ji bo vegera penaber û derbideran, û bi awayekî taybet deverên di bin kontirola rijêma Esed de.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe de tekez kir ku wê di sala 2020an de ne kêmtir ji 1882 girtinên kotekî belge kirine, 52 zarok û 39 jin di nav de hebûn, 149 kes ji wan di heyva kanûna pêşî de hatibûn girtin, û 1303 ji wan bûne binçavkiriyên kotekî.
Û raporê eşkere kir ku 908 ji girtiyan li ser destê hêzên rijîmê bûn, 13 zarok û 23 jin di nav wan de hebûn, û 481 girtin li ser destê Milîsên PYDe bûn, 32 zarok û jinek di nav wan de hebûn, û raporê 347 girtinên li ser destê aliyên çekdar tomar kirine, 6 zarok û 11 jin di nav de hebûn, û 146 di nav de zarokek û 4 jin li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hatine girtin.
Û li gor raporê, heyva kanûna pêşî ya sala 2020an, ne kêmtir ji 149 kesan hatibûn girtin, 9 zarok û 3 jin di nav de hebûn, 119 jê bûn binçavkiriyên kotekî, rijêma Esed 78 kes girtin, 2 jin di nav wan de hebûn, 62 ji wan bûn binçavkiriyên kotekî, û 31 ji aliyê Milîsên PYD ve hatin girtin, 3 zarok di nav de hebûn, 27 ji wan bûn binçavkiriyên kotekî, û aliyên çekdar 26 kes girtin, 6 zarok di nav de hebûn, 19 jê bûn binçavkiriyên kotekî, û Heyet Tehrîr Elşam 14 kes girtin, 11 jê bûn binçavkiriyên kotekî.
Û raporê bal kişand ser ku hêzên rijêmê di sala 2020an de di peyketina welatiyên Sûrî de ji ber rikberbûna wan a siyasî û nerînên wan ranewestiya, û girtinên kotekî hejmarek ji welatiyan dan ber xwe, tenê ji ber ku wan rewşa jiyanê ya dijwar li deverên rijêmê rexne kirin.
Û rapora Tora Mafnasî ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî daxwaza cîbicîkirina biryarên ji aliyê wê ve derketine kir, wek biryara hejmar 2042 ya di 14 nîsana 2012 de, û biryara hejmar 2043 ya di 21 nîsana 2012 derketiye, û biryara 2139 ya di 22 sibata 2014 deketiye, yên ku têde tekezî li ser danîna sînorekî ji binçavkirinên kotekî re kirine.
Tora Mafnasî di rapora xwe de daxwaza rewastandina yekser ji çi operasyonên girtin û binçavkirinên kotekî re ji tevaya hêzên çekdar kir, her weha diyarkirina çarenûsa hemû girtî û binçavkiriyên kotekî, û tevaya girtiyên ji ber xebata xwe ya siyasî û sivîl hatine girtin bê merc werine berdan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî