Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya heştemîn a salane de, binpêkirinên herî berçav ji aliyê hêzên Rusya ve ji destpêka êrîşa wê ya leşkerî li dijî Sûriyê di 30ê Îlona 2015an de, heta 30ê Îlona 2023an de, eşkere kir ku 6954 sivîlên ku zarok û jin jî di nav wan de hene hatine kuştin.
Û Raporê diyar kir ku êrîşên hêzên Rusya bûne sedema kuştina 6 hezar û 954 sivîlên ku bi navan hatine belgekirin, di nav wan de 2 hezar û 46 zarok û 978 jin hene, û wê ne kêmtir ji 360 komkujiyê pêk anîne.
Û Raporê diyar kir ku herî zêde jimara kuştiyan di sala yekem a êrîşa Rusya de bû (nêzîkî 52% ji hejmara giştî), û hejimara herî bilind ji qurbaniyan (nêzîkî 41%) li parêzgeha Helebê bû, di nav tevaya parêzgehên Sûriyê de, û piştî wê Idlib (38%) hat.
Û Raporê kuştina 70 ji kadroyên pizîşkî, di nav wan de 12 jin, ji aliyê hêzên Rusya ve hatibûn kuştin, û piraniya wan li parêzgeha Helebê bûn, belge kir, û hejmara herî zêde ya van qurbaniyan di sala yekem de bû, her wiha kuştina 44 kadroyên Berevaniya Sivîl nîvê wan li parêzgeha Idlibê bûn.
Û raporê bal kişand ser ku ji dema êrişa xwe ya leşkerî ve, hêzên Rusya herî kêm 1246 êrîş li ser navendên girîng ên sivîl pêk anîne, ji wan 223 dibistan, 207 navendên bizîşkî û 61 bazar bûn, û sala yekemîn ji dijminkariya Rusya 452 ji bûyerên dijminkariyê li ser navendên zîndewar yên sivîl pêk hatin, û jimara herî zêde ji bûyarên dijminkariyê li parêzgeha Idlibê bû, bi derdora 629 bûyerî, ango %51ê hejmara giştî ya bûyerên dijminkariyê.
Û raporê herî kêm 237 êrîş bi bikaranîna bombeyên goşeyî tomar kirin, her wiha herî kêm 125 êrîşên ku bi çekên şewatkar hatine bikaranîn ji aliyê hêzên Rusya ve, ji destpêka dijminkariya wê ya leşkerî ve li ser Sûriyê.
û raporê ji Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî xwest ku dosyaya Sûriyê radestî Dadgeha Tawanan a Navdewletî bike, û hemû kesên ku têde beşdar sizayê bibînin, û piştgiriya proseya veguhestina siyasî bike, û ji Yekîtiya Ewropa daxwaza cîbicîkirina sizayên aborî li ser Rusya derbarê tawanên ku li dijî mirovahiyê û tawanên cengê li Sûriyê pêk anîne kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî