Hevrêzkarên Bersivdanê yên Sûrî bi awayekî hejmarî, rewşa ku Sûriya piştî yazdeh salan ji temenê şoreşê gihiştiyê û rewşa mirovahî ya dijwar yaku gelê Sûriyê ji ber berdewamiya rijêmê di rêbazên xwe yên xwîndar de derbas dibe diyar kir.
Û di rapora ku Tîmê bi boneya salvegera 11emîn ji birêketina şoreşa Sûriyê derxistiye, eşkere kir ku ziyanên operasyonên leşkerî gihiştine zêdetir ji 1.8 melyon sivîlî, di nav de bêhtir ji 232 hezar kesî ji xwediyên pêdviyên taybet in, û bi dehên hezaran winda û binçavkiriyên kotekî ne, her weha kuştina bi dehên hezaran sivîl yên ku ji ancama armanckirinên rijêma Esed û hevalbendên wê yên Rûsî û Îranî canê xwe ji dest dane.
Û raporê dît ku hejmara derbiderên navxwe gihîşte 6.9 melyon kesî, û hejmara penaberên Sûrî li dewletên penaberiyê 6.6 melyon penaber e, û hejmara Sûriyên di kampan de 1.9 melyon kes e.
Û di raporê de hat ku hejmara zarokên ku ji xwendinê mane 2.65 melyon zarokî ye, û bêhtir ji 42% ji dibistanan hatine ruxandin.
û di warê kartên bizîşkî de, raporê tekez kir ku bêhtir ji 78% ji nexwaşxane û kilînkan hatine wêrankirin an derveyî xizmetê ne, û rêjeya jêrxaniyên bingehîn û pirojeyên jîndariyê yên wêrankirî gihişte 68%.
Û derbarê rewşa jiyanê ya dijwar, raporê bal kişand ser ku rêjeya Sûriyên ku di bin metirsiya xêza xizaniyê de ne gihîşte 91%, û hejmara Sûriyên ku gihîştine qonaxa birçîbûnê 3.3 melyon welatî ye, û bal kişand ser ku ziyanên aboriya Sûriyê bi tevahî sînorê 650 milyar dolarê Emrîkî derbas kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî