Bizava derbiderbûna nişteciyan ji gundewarê bakur û rojavayê Helebê ji ber berdewamiya helmeta leşkerî ji aliyê rêjîma Esed û sponserê wê ve berdewam e.
Û tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî duh yekşemê, derbiderkirina bêtirî çar hezar û 700 malbatî (26800 kes), 73% jê jin û zarok in belge kiriye, û diyar kir ku ew tev ji gundewarê Helebê yê başûr û yê rojava ne, û ber bi navçeyên aram li ser sînorê Turkiyê de çûn.
Û tîmê di rapora xwe de anî ziman ku nêzî 10 hezar û 200 kesî gihîştin gund û bajarokê ewle, û 8500 gihiştin kampên ser sînor, û 4500 ber bi herêmên (Çiqilê Zeytûnê) de, û 3500 ber bi herêmên (Mertala Feratê) de çûn.
Tîmê bang li hemû sazî û kesayetiyên çalak ên xwecehî kir, da kar ji bo dabînkirina senter û stargehên ewle û dibistan û kampan bikin, ji bo bicîkirina mirovên ji gundewarên Helebê koçber bûne, û ji sazî û dezgehên mirovahî daxwaz kir ku bi lezgînî bixebitin da operasyonên karê mirovahî li herêmê zêde bikin.
Tê zanîn ku ji 16ê kanûna paşîn de, bajarên rojava û başûrê rojhilatî Helebê rastî helmeteka topbaranê tên, her weha rastî bi dehan êrişên asîmanî ji hêla balafirên cengê yên hêzên Rêjîmê û Rûsya ve, , û helmeta leşkerî bû sedema kuştina bi dehan û koçberbûna bi sedan kes, herweha çêbûna ziyanên mirovî û darayî di dema kampanya leşkerî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî