Tora Sûrî ya mafê mirov di raportekê de got ku 923 sivîl di heyva çiriya pêşiyê ya borî de hatine kuştin, rêjeya 68% ji wan li ser destê hêzên rijêma Beşar Esed û hevalbenda wê ne.
Raportê diyar kiriye ku ew sivîl li ser destên heft aliyên kartêker li Sûriyê hatine kuştin, ku ji hêzên Beşar Esed û milîsên xwecihî û şî’ehên biyanî û hêzên Rûsiya û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên tundrew û milîsên rêveberiya xweser û hin hêzên çekdar yên din pêktên.
Tora Sûrî ya mafê mirov daxwaz ji Rûsiya wek aliyekî gerantor kir ku pabend be bi rêkeftinên emzekirî û fişaran bêxe li ser hevalbendên xwe rijêma Esed û Tehranê ji bo rawestandina sercem şêweyên kuştin û bombebarankirin û eşkencedana heta mirinê ya di girtîgehan de dibe, û serberdana hemû girtiyan.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ji aliyê xwe ve, zincîra komkujiyên hovane yên bûne sedema şehîdbûna bi dehên sivîlan şermezar kir, û berpirsyaretiya wan tawanan xist stûyê dagîrkariya Rûsiya û rijêma Esed û milîsên terorîst yên Îranê û rêxistina “DAIŞ”ê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/Wekalat