Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan Îro, tekez kir ku bi kêmanî 634 rojnamevan û welatiyên rojnamevan di heft salên dawî de li Sûriyê hatine kuştin, û ev rapor di demekê de hat bi boneya Roja Cîhanî ya dijderketina li bêsizabûnê derbarê tawanên di derheqê rojnamevanan de pêk hatine.
Toreyê her weha jî got: Li Sûriyê bi rêjeya du rojnamevan di heftiyekê de têne kuştin, û destnîşan kir ku asta binpêkirinên ku di derheqê rojnamevan û welatiyên rojnamevan de yên li Sûriyê pêk tên ji berya niha nehatine tomarkirin jidestpêka Şoreşa Sûriyê di Adara sala 2011an de.
Toreyê di rapora xwe de amaje bi wê yekê kir, ku rêjîma Esed ya herî tawan pêk aniye û dighê rêjeya 83%, û tişta ku rêjîma Esed pêk aniye dighê asta tawanên li dijî mirovahiyê.
Toreyê got ku rejîma Esed bi mebest û bi şêweyekî rêbazkirî şerê çalakiyên ragihandinê dike, û bi sedan binpêkirin di derheqê rojnamevan û welatiyên rojnamevan de pêk aniye, mîna kuştin û girtin û îşkencekirin, bi armanca veşartina binpêkirinê ku di derheqê gelê Sûriyê de pêk tên.
Toreyê di rapora xwe de amaje bi wê yekê kir ku wê nêzîkî 1124 rewşên girtin û revandinê tomar kiriye, û destnîşan kir ku hêj 408 welatiyên rojnamevan windayî ne yan bi zorê hatine windakirin.
Toreyê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku bi awayekî aktîv kar ji bo dijderketina siyaseta reva ji sizadanê bike, di rêya şandina faylê Sûriyê ji bo dadgeha tawankariya navdewletî, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku fişarê bixe ser Rûsya û Çînê da ku Vîto bikar neynin û bihêlin biryara şandina faylê Sûriyê bo dadgeha tawankariya navdewletî bighê serî.
Toreyê daxwaz ji Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan kir ku tevahiya êrîîş û kiryarên tûndûtûjiyê yên di derheqê rojnamevanan de şermezar bike, û divê komîteya lêkolînan ya navdewletî lêpirsînekê derbarê armanckirina rojnamevanan û eşkerekirina binpêkirinên ku di derheqê gelê Sûriyê de pêk tên destpê bike.
Jêder:Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî