Raportek ji navenda “Hibir” ya lêkolînan tekez dike ko milîtanên PYD tawanên cengê derheqê pêkhatiyên civaka Sûrî û ji hemû temenan pêk anîne.
Raporta ko duhî înê derket got ku milîtanên PYD komkujiyên dijî sivîlan û kirdeyên koçkirin û girtina kotekî pêk anîne, û dibîne ko amanc jê guhertina dîmugrafî ye.
Raportê destnîşan kir ko milîtanan bi zordarî tevgerên dîmuqratî li bajarê Qamişlo têk birine, û gule berdane xwepêşindanên çalakvanên siyasî di 27 cehzerana 2013ê de, di encamê de 8 sivîlan ji nav wan zarokekî 8 salî jiyana xwe ji dest dane.
Raportê anî ziman ko milîtanên PYD li gundê Til Xelîl li parêzgeha Hesekê neh sivîl bi hev re gulebaran kirine, û wê rêkxistinê 40 hezar sivîl ji bajarokê Til Hemîs ê başûrê Qamişlo koçber kirine, û 20 kes bi saxî li gundê Metîniyê binax kirine.
Her weha milîtanan niştecihên bajarokê Hemam Eltirkuman li derdorê Til Ebyed koçber kirine, 2014-2015 bi behaneya ko firokên hevpeymanê êrîşî ser bajarok kirine, û Tirkuman û Ereb ji serê kaniyê û gundên derdorê bi behaneya ko rêkxistina Daiş êrîş gundên wan dikin koçber kirine.
Milîtanên PYD komkujî li dijî sivîlan li herêmên gundewarê Hesekê pêk anîne, ji wan jî komkujiyek derheqê 61 sivîlî ji wan jî 17 zarok û 7 jin, û wê hingê tora Sûriyê ya mafên mirovan belge kiribû.
Û wan milîtanan li herêmên Minbic û Dêra Zorê û Reqa jî komkujiyên wisa kirine, her weha 164 rewşên dardakirinê, 31 ji wan zarok û 3 jin in, pêk anîne.
Sala 2018ê milîtanên PYD dora 313 zarokî ajotine leşkeriyê, 40% ji wan keçên temenê wan kêmî 15 salan in.
Raportê diyar kir ko encama binpêkirinên rêkxistinê ji destpêka operasiyonên xwe li Sûriyê pêk anîne û heta Eylûla 2019ê, gihayaye 1157 kuştî ji nav wan 203 zarok in, û 47 kes bi êşkenceyê hatine kuştin.
Li gel ko 3907 kes, 631 ji wan zarok in, girtine, û 877 kes, 52 ji nav wan zarok in, hatine veşartin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî