Thursday, May 8, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Raporteke Mafên Mirovan Kuştina 1864 Sivîlan di Nîvê Pêşî ji Sala 2019 Piştrast Dike

July 1, 2019
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 3 mins read
A A
Raporteke Mafên Mirovan Kuştina 1864 Sivîlan di Nîvê Pêşî ji Sala 2019 Piştrast Dike

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, îro di raporta xwe de got ku wê kuştina 1864 welatiyên sivîl, di nav de şeş medyakar û 21 karmendên pizişkî û parastina sivîl, di nîvê pêşî ji sala 2019 li Sûriyê bi belge kiriye.

Torê got ku 468 zarok û 285 jin hene di nav 1864 kesên sivîl yên hatine kuştin di şeş mehên pêşîn yên vê salê de, û li gorî raportê ku ji aliyê rêjîma 891 welatiyên sivîl, di nav de 211 zarok û 136 jin, hatine kuştin, û tevî mirina 159 girtiyan ji ber îşkence di heman heyamê de.

Raportê diyar kiriye ku 149 welatiyên sivîl, di nav de 34 zarok û 21 jin ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatine kuştin, û ji aliyê komên tundrew 107 welatiyên sivîl hatine kuştin, û 82 kesên sivîl di nav de 11 zarok û 7 jin bi destê çeteyên rêxistina DAIŞ, û 25 sivîl di nav de 4 zarok bi destê Heyeta Tehrîr al-Şam hatine kuştin.

Di raportê de, kuştina 99 sivîlan, di nav de 33 zarok û 10 jin li ser destê milîsên “PYD”, hatiye dokumentkorin, û kuştina 64 sivîlan di nav de 20 zarok û 17 jin li ser destê hêzên hevpeymaniya navnetewî, û kuştina 540 welatiyên sivîl, di nav de 149 zarok, 93 jin li ser destên hin grûopên din hatine dokumentkirin.

Raportê diyar kiriye ku, di nav qurbanîyan de 15 karmendên pizîşkî hene, û 11 ji wan li ser destê hêzên rejîmê hatine kuştin, û yek bi destê koalîsyona navnetewî û yek li ser destê hêzên Heyeta Tehrîr al-Şam, û 2 li ser destê hin aliyên nenaskirî hatine kuştin, li gor raporê, kuştina çar karmendên bijîşkî li cehzîranê ji wan sê li ser destê hêzên rejîmê û yek li ser destê aliyekê din, hatine dokumentkirin.

Di raportê de hatiye ku şeş karmendên Parastina Sivîl di heman heyamê de hatine kuştin, yek ji wan ji aliyê hêzên rejîmê, û yekê din jî li ser destên aliyekê din, û çar li ser destê hêzên Rûsyayê hatine kuştin, her wiha ragihand ku du karmendên parastina sivîl ji aliyê leşkerên Rûsya hatine kuştin.

Raportê diyar kiriye ku tîma belgekirina qurbaniyan, di meha cehzîranê de kuştina 347 welatiyên sivîl, di nav de 91 zarok û 39 jin dokument kiriye, ji wan 231 welatiyên sivîl, di nav de 59 zarok û 32 jin ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Raportê diyar kiriye ku şeş medyakar di heman heyamê de hatine kuştin, çar ji wan li ser destê hêzên rejîmê, yek bi destê hêzên Rûsya, yekê din jî ji aliyekê din, û li gor raportê, du medyakar li heyva cehzîranê hatine kuştin, yek bi destê hêzên rejîmê, û yê din jî bi aliyekê din ve hatiye kuştin.

Raportê tekez kiriye ku di nîveka pêşîn ji vê salê, 159 kes ji ber îşkenceyê hatine kuştin, ji wan 142 li ser destê hêzên rejîmê, û sê kes bi destê Heyeta Tehrîr al-Şam û heft kesên din jî li ser destê milîsên “PYD,” û çar bi destên hin aliyên din, û li gor raportê ku18 kesan jiyana xwe jidest daye ji ber îşkenceyê li ser destê hêzên rejîmê di cehzîrana borî de.

Raportê diyar kiriye ku ji aliyê Tora mafên mirovan ve, 59 komkujî hatine dokumentkirin, di nav de 23 komkujî li ser destê hêzên rejîmê, û 8 li ser destê hêzên Rusya, û şeş bi destê milîsên “PYD” û sê li ser destê hêzên hevpeymaniya navnetewî, û 19 li ser destê aliyên din, û bal kişandiye ku 12 komkujî di heyva cehzîranê de hatine pêkanîn, 10 bi destê hêzên rejîmê û du jî ji aliyê aliyin din ve hatine pêkanîn.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, bang li Civata Ewlekariya NY kiriye ji bo stadina kiryarên bêhtir piştî standina biryara 2254, û tekez kiriye li ser pêwîstiya veguhestina doseya Sûrî bo Dadgeha Tawanên Navnetewî û darizandina hemû kesên gunehbar, di nav wan de rejîma Russiya, piştî dupatkirina tevlêbûna wî di pêkanîna tawanên şer de.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Şehîd û Birîndar di Nav de Zarokek û Jinek bi Topbarana Hêzên Rejîmê û Rûsya li ser Idlibê

Şehîd û Birîndar di Nav de Zarokek û Jinek bi Topbarana Hêzên Rejîmê û Rûsya li ser Idlibê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.