Hejmarek welatiyên sivîl şehîd ketin û birîndar bûn ji ber bombebarana hêzên rejîma Esed û Rûsya li ser deverên şêniyan û navendên giring û bijîşkî li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, û li gor çalakvanan îro sê kes birîndar bûn di nav de zarokek bi sedema bombebarankirina Mi’ret al-Ni’hman li gundewarê Idlibê.
Hin torên media navxweyî ragihand ku îro şeş welatiyên sivîl hatin kuştin, û heft kesên din bi birînên cuda birîndar bûn, bi sedema bombebarana parêzgeha Idlibê, û sedem vegerandin armanckirina deverên şêniyan bi awayekî rasterast.
Herwiha sê kesên sivîl şehîd ketin û şeş kesên din birîndar bûn, sê zarok û jinek di nav wan de hebûn, ji encama êrîşên rejîmê û hevalbenda wê li ser bajarê “Xanşêxûn” li parêzgeha Idlibê.
Û bajarê “Mi’rtherma” rastî heman êrîşan hat, û têde sê welatiyên sivîl hatin kuştin û jinek jî li gundê “Kfersicna” birîndar bû, piştî topbarana taxên şêniyan ji aliyê topxane û balafirên şer yên hêzên rejîmê.
Ajansa Parastina Sivîl ragihand ku zêdetir ji 53 êrîşên esmanî bi balafirên şer bi mûşek û dinemêt û bombeyên napalim û fosforê, ligel zêdetir 60 rokêtên topxaneyên hêzên rejîmê li ser deverên navbirî hatine dokumentkirin.
Hevdem ku hêzên rejîmê û Rûsyayê ji çend heftiyan ve berdewam in di oparesyona êrîşa esmanî de bi giranî li ser Idlib û Hema û bakurê Laziqiyê, û bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan welatiyên sivîl, û koçberbûna bi hezaran ji gund û bajarên xwe.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî