Raportin meydanî anî ziman ko hejmara qurbaniyên sivîl û derbiderên ji herêmên kêmkirina şerî yên bakurê Sûriyê roj bi roj bêtir dibin, bi sedema operasiyona leşkerî ya hêzên rêjîmê bi piştgiriya rasterast ya çekên Rûsî yên asmanî.
Tîma Hevrêzkaên Bersivdanê li Sûriyê tekez kir ko ji 21 hefteyan ve bombebaran berdewam e, û heta nuha bêtir ji 93274 malbatan (606272) kes li ser 35 navçeyan belavkirî ne, li herêma mertala ferat û şaxa zeytûnê heta bigehê bakurê rojavayê Sûriyê derbider bûne.
Raportê diyar kir ko hejmara sivîlan ji destpêka operasiyona leşkerî ji 2 sibatê heta 1 tîrmehê geha 859 qurbanî ji sivîlan, ji Idlibê 678, Hema 135, Heleb 44, û Laziqiyê 2, her weha di hefteya bûrî de bêtir ji 20 sivîlan ji nav wan 3 zarok bi encama êrîşên berdewam li ser herêmê jiyana xwe jidest dane.
Tîmê di raporta xwe ya dawî de diyar kir ko armanc ji operasiyonên leşkerî li herêma bêçek û herêmên derûdorê ew e çêkirina pêleke derbideriyê û guhertineke dîmugrafî li herêmê.
Tîma hevrêzkariya bersivdanê berdewambûna operasiyonên leşkerî ji hêla rêjîma Esed û çekên asmanî yên Rûsî pirotesto kir, ko ew operasiyonên hevpeymana rêjîmê û Rûsya geha herêmine nû ji herêmên bakurê rojavayê Sûriyê û bû sedema kuştina bi dehan, û bi hezaran ji mal û gundên xwe derbider bûne.
Raporta hevrêzkaran li hemû aliyên kartêker bang li civaka navdewletî û netewên yekgirtî kir, da derbarê niştecihên sivîl yên Idlibê û herêmên derdorê bi berpirsiyariyên xwe rabin, û daxwaz kir ko bilez alîkariya mirovînî bidin derbiderên ko hatine herêma bêçek.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî