Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya duhî derket de, tekez kir ko 171 sivîl, 28 ji wan zarok û 18 jin in, ji destpêka vê salê heta dawiya çirîya pêşî li Sûriyê hatine kuştin.
Toreyê diyar kir ko 52 sivîl , 8 zarok û pênc jin di nav wan de hene, bi destê hêzên rêjîmê hatine kuştin, her weha 3 sivîl bi destê hêzên rûsî, jinek di nav wan de heye, û rêkxistinên tundrew 5 sivîl kuştine, 3 ji wan bi destê rêkxistina Daiş û dido bi destê desteya Tehrîr Elşam in.
Raportê anî ziman ko milîtanên PYD 30 sivîl kuştine, 6 zarok û du jin di nav wan de hene, ji nav qurbaniyan 13 sivîl bi destê wan miltanan hatine kuştin dema xaka Tirkiyê amanc kirine, 5 zarok û jinek di nav wan de hene. Herweha di raportê de kuştina 81 sivîlî li ser destê aliyin ne diyar hatiye, 14 zarok û 10 jin di nav wan de hene .
Torê kuştina 27 kesan hemû jî sivîl in belgeh kiriye, bi destê hêzên rêjîmê hatine kuştin, bi wê hejmara qurbaniyên bi êşkenceyê li Sûriyê dibe 261 kes ji destpêka 2019ê ve heta dawiya heyva çirîya pêşî.
Torê komkujiyek ko hêzên rêjîmê li parêzgeha Idlib di heyva bûrî de pêk aniye tomer kiriye, ku bi vê hejmara komkujiyan ji destpêka 2019 de giha 84an, û torê bêtir got ko du kadiroyên ragehandinê heyva bûrî bi destê hin aliyan ko destnîşan nebûne hatine kuştin.
Raportê destnîşan kir ko rêjîma Esed yasaya navdewletî û yasaya rewiştî û biryarên encûmena ewlehiyê û bi taybetî ya hejmar 2139 û 2042 û ya 2254 binpê kirine.
Raportê daxwaz ji encûmena ewlehiyê kir ko pêrabênin din bike piştî derkirina biryara 2254, û got ku giring e dosya Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî bête şandin, û heçê destê wan di tewanan de heye bêne sizadan, ji wan jî rêjîma Rûsya piştî ko destê wê di pêkanîna tawanan li Sûriyê tekez bûye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî