Tîma çavdêrî û belgehkirinê ya koma kar bo Filestîniyên Sûriyê, aşkere kir ko wê kariye nekêmî 3987 qurbaniyan ji penaberên Filestîniyên Sûriyê belgeh bike, ko wan ji destpêka şoreşê di adara 2011ê û heta cehzerana 2019ê belgeh kirine, û qurbanî ji encama bombebaranê an dorpêçê an êşkenceya li jêrzemîn û zindanên rêjîmê jiyana xwe ji dest dane.
Tîma çavdêrî û belgehkirinê ya koma kar, diyar kir ko 1212 penaber bi sedema bombebaranê, 1077 bi fîşekan, 604 bi êşkenceyê di zindanên rêjîmê de, 311 bi guleyên segvanan, 205 kes ji encama dorêçê û kêmbûna guhdana bijîşkî û 142 penaber bi teqînan û 92 bi destê hêzên rêjîmê û milîtanên wê û gulebarana meydanî bûne qurbanî, û 87 qurbanî bi sedemên nediyar û 52 li ser rêya Ewropa fetisîne, û 315 bi sedemine din hatine dardakirin û şewitandin û xendikandin .
Koma kar destnîşan kir ko 1977 qurbaniyên filestînî li hindirê kampan heta dawiya cehzeranê jiyana xwe jidest dane, ji heman dîroka sala bûrî ya ko 1953 kes têde bûn qurbanî, û hejmar bi 24 kesan zêdetir bûne.
Serjimarên komê diyar kir ko kampa Elyermûk li Şamê lîsteya giştî ya qurbaniyên filestînî derxistiye, ko 1422 qurbanî ji kampê jiyana xwe jidest dane bi sedema dorpêç û wêrankirin û hewildanên rêjîmê bo dîsa kontrol bike, û bêtir bombebaran kir, wêranî pirtir bû û bêtir qurbanî ketin.
Komê ketina 263 qurbaniyan ji niştecihên kapma Dera başûrê Sûriyê, di pey re kampa Xan Elşêx li gundewarê Şamê ko 202 qurbanî ji xelkên wê çûne, di pey re kampa Elneyreb li Helebê ko ketina 168 qurbaniyan belgeh kiriye, di pey re kampa Elhisêniye 124 qurbanî jê çûne her weha 188 qurbaniyên nenas belgeh kirin.
Hêzên rêjîmê operasiyoneke leşkerî ya mezin bi piştgiriya Rûsya di nîsana sala bûrî de dijî niştecihên kampa Alyermûk pêk anîne, piştî dorpêçeke bi salan dirêj kir, û bombebaran bû sedema wêraniyeke mezin ya jêrxanê, her weha hêzên Esed mal û milkên xelkê wêran kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî