Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, duh roja yekşemê di raporta xwe ya mehane de, eşkere kir ku wê kuştina 433 sivîlan di meha tîrmehê de belge kiriye, û piştrast kir ku piraniya qurbaniyan ji aliyê hêzên Esed û Rûsya ve di operasyonên leşkerî yên li ser Idlib û deşta Hemayê hatine kuştin.
Torê diyar kir ku di nav qurbaniyan de 119 zarok, 64 jin, 5 karmendên bijîjkî, 2 medyakar û 3 karmendên parastina sivîl hene, û da zanîn ku hejmara qurbaniyan di welat de zêde bûye piştî destpêkirina kampanya leşkerî meha nîsana borî.
Torê dokumentkirina kuştina 28 kesan di bin êşkenceyê de piştrast kir, ji wan 25 ji hêla hêzên rêjîmê û sê jî ji hêla milîtanên PYD ve hatine kuştin, herweha herî kêm 15 komkujî hatine pêkanîn, di nav wan de 9 komkujî ji hêla hêzên rêjîmê, sê komkujî ji hêla hêzên Rûsiya û sê komkujî ji hêla hin aliyên din, ên ji aliyê Tora Mafên Mirovan nehatine binavkirin.
Raportê bi kêmanî 589 bûyerên binçavkirina bi darê zorê tomar kirine, di nav de 38 zarok û 24 jin, ku mezintirîn rêjeya wan ji aliyê hêzên rejîmê ve li parêzgeha gundewarê Şamê, û paşre parêzgeha Heleb û Şamê hatine.
Raportê bi kêmî 119 bûyerên êrişên ser navendên sivîl belge kirine, di nav de 32 dibistan, 11 saziyên bijîjkî û 22 cihên oldarî hatine pêkanîn, Û rêjîm û hevalbendê wê yên Rûsî di rêza yekê de ne, bi pêkanîna 113 êrîşan, ku hemû êrîş li ser devera kêmkirina şer li bakurê Sûriyê hatine pêkanîn.
Torê di raporta xwe de da zanîn ku bi kêmî 5 êrîş ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya meha borî, bi mûşekên goşeyî hatine pêkanîn û welatîyekî sivîl hatibû kuştin, her weha çar êrîşên bi cebilxaneya napalim hatine dokumentkirin, ku hemû ji hêla hêzên rejîma Esed ve hatine pêkanîn.
Raportê diyar kir ku bi kêmî ve 581 bermîlên teqîner ji hêla helîkopter û balafirên leşkerî yên hêzên rêjîmê ve li ser deverê hatine teqandin, di encamê de 22 sivîl hatine kuştin, di nav de neh zarok, û heft jin, û bi kêmî ve 19 navendên sivîl ên girîng hatine wêrankirin, di nav de 10 dibistan û 3 mizgeft û 2 navendên bijîjkî.
Raportê bal kişand ku ji aliyê rejîmê û Rûsya ve tawanên curbicur yên dûr ji yasayê ji kuştin, êşkencekirin û bêserûşûnkirinê hatine pêkanîn, û êrîş û bombebarankirina bêserûber bûne sedema wêrankirina gelek dezgeh û avahiyan, û bal kişand ku ev êrîş li dijî sivîlan û cihên sivîl hatine pêkanîn.
Raportê tekez kir ku yasaya mirovî ya navdewletî û yasa giştî ne, û biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY, bi taybetî biryara 2139 û biryara 2042 li ser serbestberdana girtiyan digel biryara 2254 ji hêla rejîma Esed ve hatine binpêkirin.
Tora Mafên Mirovan di raporta xwe de bang li Encûmena Ewlekariya Netewên Yekbûyî kiriye ku biryarên din bistîne piştî derxistina biryara 2254, û dakokî li ser giringiya raguhestina doseya Sûrî ji bo Dadgeha Tawanên Navnetewî kir, ji bo darizandina hemû kesên gunehbar di nav de Rûsya jî, ya ku gunehkariya wê di beşdariya tawanên şer de li Sûrîyê piştrast bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî