Tîma hevrêzkarên bersivdanê diyar kir ko hejmara pakrewanên bi destê rêjîmê û Rûsya di operasiyona dawî de ya li ser bakurê Sûriyê gihaye 568 sivîlan, 162 ji wan zarok in, destnîşan kir, ko hejmara derbideran ji 26ê nîsanê de gihaye nîv milyon kesî.
Di raporteke nû de tîmê got ku herêmên bakurê Sûriyê anko yên bi herêmên kêmkirina şerî têne naskirin ketin ber çend operasiyonên leşkerî ji hêla hêzên rêjîmê yên bi piştgiriya Îran û Rûsya, û dibîne ko amanc jê kontrolkirina bajarê Idlibê ye.
Raportê bêtir got ko hejmara sivîlan yên ko hatine belgehkirin ji gava imzekirina peymana Sotçî eylûla 2018ê û heta eyara 2019ê; gihaye 660 sivîlî, zarok û jin jî di nav wan de hene, û bal kişand ser ko hejmara qurbaniyan ya herî mezin ji sibata bûrî ve 568 kes in, 162 ji wan zarokan yên Idlib û Heleb û Hema û Laziqiyê ne.
Raportê diyar kir operasiyonên derbideriyê li herêmên dikevin ber bombebaranê berdewam in, û got ku hejmara derbideran ji 2 sibatê heta 29 nîsanê gehaye 214329 kesan, di heman çaxî de hejmara derbideran ji 29 nîsanê heta 27 gulanê bêtir ji 425438 kesan e.
Raportê destnîşan kir ko bi dehan gund û bajarok ji niştecihên wê li gundewarê parêzgeha Idlib û Hemayê vala kirine, û tekez kir ko ew dikeve xizmeta “siyaseta Rûsya ya koçkirina niştecihan bi kotekî û wan ji cihên wan bêpar bikin.” Û dibîne ko ev pêngav ji tawankariyên cengê ye û operasiyonên tiroristî yên li ser niştecihan cîbicî dikin.
Derbarê gund û bajarokên wêrankirî, hevrêzkarên bersivdanê di raporta xwe de diyar kirin ko hejmara gund û bajarokên têne wêrankirin û nema bi kêrî niştecîbûnê tên gehaye 21 gund û bajarokan, li herêma bêçek, ew jî bi sedema ko taxên niştecihan û bargehên giştî û jêrxan hatine wêrankirin tako nehêlin niştecih li malên xwe vegerin.
Hevrêzkarên bersivdanê tekez kirin ko hêzên Rûsya û yên rêjîmê di çi amanckirinê de dixwazin bargehên zindîdar li herêmê bi amanca ko wan ji xizmetê derxînin û nehêlin xizmetan ji niştecihan re pêşkêş bikin.
Tîmê berdewam kir û got ku hejmara bargehên fêrkirinê yên ko hatine amanckirin di dema bûrî de gehaye bêtir ji 68 bargehan, û rêjeya ziyanê gehaye 11% heta 90% , û hejmara bargehên bijîşkî yên hatine amanckirin gehaye bêtir ji 55an, û rêjeya bargehên ji kar ketine gehaye 52.7%, û 47.8% rawestiyan an karê xwe ji tirsa amanckirinê rawestandine.
Hejmara firneyên ko hatine amanckirin li herêmên bêçek gehaye 9an.
Hejmara kampên ko hatine amanckirin û hatine belgehkirin gehaye 7an, û hejmarek qurbanî ji sivîlên derbider ketine.
Navendên berevaniya sivîl yên ji xizmetê ketine ji ber hêzên Rûs bi firokan ew amanc kirine bêtir ji 6 navendan in, hejmara perestgehên amanckirî di dema bûrî de yên ko hatine belgehkirin gehaye 26 mizgeftan.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî