Encûmena Zagonên Oldarî li parêzgeha Helebê, rawestandina nimêja roja înê li Helebê ragihand, ji bona parastina giyanê hemwelatiyan; ji ber zêdebûna mirin û wêrankariyê yên ji encama êrîşên firokên Rûsiya û rêjîma Esed ya terorîst li ser tax û xelkê bajêr.
Encûmenê duhî daxuyaniyek derxist têde gotibû: “ji ber dijwartirîn oparisyonên xwînrijandinê yên li ser destê dijminên mirovahiyê û olê li parêzgeha Helebê, bi bombebarankirina kesên kombûyî li bajêr li bazargeh û nexweşxane û mizgeft û xwendingehan ji aliyê rêjîma Esed û Rûsiya ve dibin…, bi her coreyên çekan û di her demê de, bi alîgiriyek rojavayî ya piştrast; lewra Encûmena Zagonên Olî bo yekemîn car vê fetweyê derdixe der barê rawestandina nimêja îna sibe û nimêjkirina nimêja nîro ji şûna wê, ji ber tirsa li ser nimêjkeran di heman dem û cihên nimêjan de.”.
Hêjayê gitinê ye ku êrîşên dijminkariya Rûsiya û yên firokên Esed yên tawanbar berdewam in, û pêkanîna kuştaran û kuştina sivîlan ji heyamê deh rojan ve di zêdebûnê de ne, ku heft kuştar hatine pêkanîn, herwiha nexweşxaneya ” Elqudis” li taxa Sikerî li Helebê û navenda bergiriya sivîl li Atrabê, tevî çendîn taxên pir qerebalix hatin armanckirin, ku bêhtir ji 200 kesî şehîd ketine û bi sedan kes li Helebê bitenê hatine birîndarkirin.
Jêder: Hevbendî