Xwendingehên parêzgeha Idlibê bi carekî hatin daxistin bi sedema oparesyonên leşkerî yên hovane li ser navçeyê di van rojên dawiyê de ji aliyê firokên şer yên Rûsiya û hilîkopterên rijêmê.
Û dergehên xwendingehan hatin girtin ji tirsa armanckirina wan ji aliyê firokên şer yên Rûsiya û Rijêmê, ji ber bombebarankirina komên sivîlan bi awayekî rasterast.
Ku biryara daxistinê 1200 xwendingehan bi xwe ve digire û wê biryara daxistinê heta heftiya bê berdewam be, heger êrîşên leşkerî berdewam bin.
Ku duhî parêzgeha Idlibê bi dehên êrîşan bi mûşekên Kiluster û termobarik û napalim pêk hatin, û têde zêdetir ji 35 sivîlan –piraniya wan jin û zarok bûn- hatin kuştin û birîndar kûn.
Hêjayê gotiyê ku xwendingehên gundewarê rojhilat û başûrê Idlibê ji aliyê rêveberiya perwerdeya azad ve ya ser bi hikûma demkî bi sedema oparesyonên hevşêwe li roja 9/çileyê pêşiya borî ve hatin daxistin.
Herwiha ku 3000 xwendengeh hatine wêrankirin ligor hin rêxistinên navdewletî yên taybet bi mafên mirov dibêjin, û bal kişandibûn ku rijêm yekem berpiryarê wê yekê ye, bi sedema bikaranîna çekên bi tewşî û armanckirina xwendingehan bi awayekê rasterast û kuştina bi sedên qutabiyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî