Tîmên Berevaniya Sivîl doh roja çarşembê li cihê karên xwe li gundewarê Idlibê, derketin rawestanên nerazîbûnê, wek piştgiriyekê ji xelkên bajar û bajarokên gundewarên parêzgehên Idlib û Hemayê, yên ku ji hêla hêzên rijêma Esed û milîsên alîgirên wê tuşî bombebaraneke tund dibin.
Endamên navendên berevaniya sivîl ên bajarên Idlib û Kefrunbul û Arîha û Cisir Alşixûr û harim, her weha hajmarek ji sivîl û çalakvanan jî beşdar bûn, rawestan li dar xistin, ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe ji berdewamiya operasyonên bombebarana rêjîmê ya asîmanî û bi topxane û mûşekan li ser Idlibê, her weha daxwaza serbestberdana girtiyên di zindanên rêjîmê de kirin.
Û rêxerên rawestana nerazîbûnê li bajarê Kefrunbul a gundewarê Idlibê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabe, beramber zêdebûna şerê rêjîmê û hevalbendên wê yên vê dawiyê dijî deverê.
Û endamên berevaniya sivîl pankartin bilind kiribûn , li ser nivîsandibûn: “Zindanên rêjîma Esed… Tewanên dijî mirovahiyê ne, Moralên me bilind in …Giyanê we hêja ye.. Zindanên Esed qesabxaneyên mirovan in ….Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku tev bigerin ji bo azadkirina bi sedhezaran girtiyên di zindanên Esed de”.
Û tîmên Berevaniya Sivîl ên bi navê “Kumsipiyan” navdar in, bang dan tevaya cîhanê ji bo fişaran li ser rijêma Esed û garantorê rûsî bisepînin, ji bo rawestandina vê helmeta hovane dijî sivîlan li gundewarê Idlib û Hema û Helebê”.
Û tê amajekirin ku ev helmeta dijminane ya vê dawiyê ya rijêma Esed û milîsên piştgirên wê dijî bajar û bajarokên gundewarê Hema û Idlibê, bû sedema şehîdketina zêdetir ji 85 sivîlan, 36 zarok di nav wan de hene, her weha bi sedeên birîndaran ku piraniya wan jin û zarok in, bêtir ji nîvê wan ji bajarê Xan Şêxon in.
Û ew operasyonên bombebarankirinê bûn sedema derbiderbûna bihezaran ber bi deverin nêzîk ên hêmintir, û çûna xwendekaran bo dibistanan li deverên tûşî bombebaranê dibin hat rawestandin ji ber tirsa li ser jiyana wan.
Jêder : Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî