Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Unisef Hişyariyê ji Berdewamiya Pirbûna Rewşên Mirina Zarokan li Kampa Elrikban Dide

February 28, 2019
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 3 mins read
A A
Unisef Hişyariyê ji Berdewamiya Pirbûna Rewşên Mirina Zarokan li Kampa Elrikban Dide

Rêkxistina Netewên Yekgirtî ya Zaroktiyê (Unisef) hişyarî ji pirbûna rewşên mirina zarokan li kampa Elrikban da, û got ko ew rêjeyeke metirsîdar e, ji ber ji destpêka salê ve heta nuha her pênc rojan zarokek dimire.

Rêkxistinê di daxuyaniyeke xwe de duhî çarşembê got û tekez kir ko 12 zarok, 5 ji wan şîrmij bûn, li kampa Elrikban ya nêzîk sînorê Urdinê, bi sedema kêmbûna guhdana tendiristî û sermayê mirin.

Xeyret Kabalarî birêvebera herêmî ya Unisef ya rojhelata navîn û bakurê Efrîka got: ‘’ Tev li hişyariyên dubarekirî, hejmara mirina zarokan li Elrikban berdewam bêtir dibe, bi rêjeyekê metirsîdar ko her pênc rojan zarokek dimire. ‘’

Birêvebera herêmî ya rêkxistinê destnîşan kir ko ‘’ Elrikban bi rewşa xwe ya têkçûyî ne cihekî guncav e bo zayîn û mezinbûna zarokan, tev li bizavên ko ji hêla civata mirovînî ve di rewşên awarte de dibin.‘’

Unisef di 15ê çileyê paşî yê bûrî de, anîbû ziman ko bi sedema sermayê 15 zarokên derbider piraniya wan şîrmij in, li kampan û ser riyên derbideriyê mirine.

Li Kampê dora 175 zarokan bi sedema kêmxwariniyê di heyva bûrî de nexweş ketine, û hejmarek zarok bi sedema kêmbûna derman û guhdana bijîşkî mirine, her weha bi dehan bi bînçikînê mirine, bi sedema barîna bahozeke toz û qûmê.

Unisef daxwaz ji hemû aliyan kir ko rewşa zarokan deynin ber çavên xwe û çareseriyên herdemî û bilez bibînin, tako derdê bi salan ko zarokan ji neçarî dîtine bidawî bikin.

Vê dawiyê rêjîma Esed û Rûsya rêkên alîkariyên mirovî yên kampê girtine û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko dorpêçkirin şerekî din e, û destnîşan kir ko ew dixwazin viyana wan têk bidin û wan ber bi çarenivîseke nediyar de koçber bikin.

Û got ku operasiyona dorpêçkirinê rê li ber ‘’Qirkirinekê li pêşberî çavên cîhanê vedike.‘’ û ji civaka navdewletî bi giştî û ji rêkxistinên mirovî bi taybetî daxwaz kir ko bizavê bêtir bikin tako derdkêşiya niştecihên kampê bidawî bikin, û jidil kar bikin bo rizgarkirina zarokan û zarokîniya binpê bûye li kampên dorpêçkirî ji hêla rêjîma Esed ve.

Hêzên rêjîma Esed di 4ê çêriya pêşî de dorpêçeke tund dane ser kampa Elrikban, û nehiştine heyber û keresteyên xwarinê û yên bijîşkî derbasî kampê bibin, tevlî bangên hewarhatinê ji hêla rêvebiriya kampê ve, bo gihandina alîkariyê bo bêtir ji 50 hezar kesên di rewşine mirovî yên pir dijwar de dijîn.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Malbatên Girtiyên Cem DAIŞ Doza Zelalkirina Çarenivîsa Wan Dikin

Malbatên Girtiyên Cem DAIŞ Doza Zelalkirina Çarenivîsa Wan Dikin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.