Rêjîma Esed ev cara duwem e ku rê digire li pêş derbasbûna karwanên alîkariyên mirovî yên dihat çaverêkirin ku roja sêşema bûrî derbas bibin ji bo bajarê Dûma li gundewarê Şamê.
Hin çalakvanan ragihandin ku ew karwan li pêş rêbendeke rêjîmê li kampa Elwafdîn hatiye rawestandin, û karwan rastî pişkinînê dibe, û herwiha tê çaverêkirin ku hejmara wan bigehîje nêzîkî 50 kemyonî.
Ev yek hevdem tê bi demekê re ku rêjîma Esed û herdu dagîrker Rûsiya û Îran, êrîşên xwe yên leşkerî li dijî şoreşger û sivîlan li sercem navçeyên Sûriyê zêdetir kirine, tevî ku Rêjîm hêjî dirêjiyê dide siyaseta dorpêç û birçîkirina pêrewkirî ya bi armanca neçarkirina xelkê bo çolkirina navçeyên xwe, bi armanca encamdana guhertina demografî, wek heman bûyera li bajarê Dareya çêbû di çend rojên bûrî de.
Li hember vê yekê, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê got: ” siyasetên dorpêç û birçîkirinê dibin tawanên şer, û pêwîst e ligor yasa navdewletî û yasa navdewletî ya mirovî kirdeyên wan bêne sizakirin”, û amaje kir ku armanc ji bikaranîna vê siyasatê lawazkirina şoreşgeran e, ji bo emzakirina rêkeftinên agirbestên leşkerî yên neçarî, da nekevin çarçoveya piroseya siyasî de, û tenê li ser wan rêkeftinên ku Rêjîm navê “Lihevhatina Niştimanî” li wan dike bimînin, wek rêkeftina li bajarê Dareya.
Hêjayê gotinê ye, ku hêzên rêjîmê û her ji destpêka sala 2012 an ve, bajar û bajarokên Xûta rojhilat dorpêç dikin, û rê li pêş derbasbûna kelupelên xwarinê û dermanan digirin, û herwiha av û eletrîkê li ser wan qut dikin, û ev bûye sedema têkçûna rewşa mirovî li Xûtayê, ku çend kes ji egera birçîbûnê û kêmbûna çavdêriya pizîşkî mirine, nemaze li bajarê Dûma.
Jêder: Hevbendî +Smrat