Rêjîma Esed derketina dervî welat bo xortên Sûrî yên temenê wan navbera 18 û 42 salan de bêyî pesenkirina Fermanberiya Leşkerî qedexe kir..
Û ji evê biryarê yên ko pere ji dêvla leşkeriya xwe dane û yên lêbuhûrîna rajeya leşkeriyê bi wan re heye hatine awarte kirin.
Rêjîma Esed biryara hejmar 104 ya sala 2011an dubare aktîv kir, ya ko ji destpêka Şoreşê ve maf da Desthilatdarên Cîbicîker da wexera sûriyan qedexe bike.
Rêjîma Esed biryar aktîv kir, bi riya giştîkirina biryarekê ku Şaxê Koçberî û Pasportan bo Firokxane û Buhêrkên Sînorî şand, tê de qedexekirina wexerê ji wan kesan re yên ko pesenda rêvebiriya leşkerî an awartekirinek fermî bi wan re tune be tekez kir.
Ew biryar di destpêka Cehzerdana buhûrî li Firokxanan belav kir û di dawiya Tebaxa buhûrî de dubare tekez kir.
Herweha Xortin Sûrî ev biryara ko nahêle ew biçin Dewletên Cîran da kaxezên xwe yên xwendinê di destpêka sala xwendinê de tekûz bikin, red kirin, bi taybetî ku hin Fermanberiyên leşkeriya Rêjîmê ji demekê ve ji rajeyê derketine.
Xortê bi navê Omerî dît ko: “ Rêjîma Esed berdewame di têwerkirina Xortan di cenga hebûna xwe de bê ko kula paşeroja wan bixwe.”
Rêjîmê sala 2012an wexera Karmendên kerta giştî qedexe kiribû û evê mijarê derî li ber bertîlan vekir.
Jêder: Acans