Rêjîma Esed kuştareke nû li Telbîsê li Gundewarê Humsê bi çend mûşekên valahiyê pêk anî, yên ko xaza jehrîn di wan de ye, dibe ku xaza kilor be, di encamê de çend kuştî û birîndar ji sivîlan ketin, ji nav wan de zarok û yên pîr û kal û li gora ko çalakvanan gotin jiyana hinan ji wan di metirsiyê de ye.
Ev kuştara duyem e di kêmî deh rojan de ko Rêjîma Esed pêk aniye, Çalakvanan ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê re gotin 26 Pakrewan ketin û hin ji wan 13 zarok bûn.
Ji aliyê xwe ve Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî bi navê Hevbendiyê hişyarî da hêzên Hevpeymana Navdewletî “ji berdewamiya çavgitinê ji kuştarên Rêjîma Esed sedemkarê bingehîn ji tiroristiyê re, ev kar dihêle Miletê Sûrî nema baweriya xwe bi armancên Hevpeymanê bîne. “
Herweha doz li Civaka Navdewletî kir ku”Divê zû biryara Navdewletî ya ji bo çekdarkirina Artêşa Azad bi çekên giran û corane û endamên wê rahênan bikin û parastina asmanî ji bo Artêşa Azad dabîn bikin kartêker bibe.”
Di heman mijarê de Navenda Humsê ya Ragihansinê got ko Rêjîma Esed Kuştareke nû li Taxê kir 5 qurbanî pakrewan bûn ji nav wan du zarok ji ber bermîlên teqîner û bombebarandinê jiyana xwe ji dest dan.
Jêder: Hevbendî+Acans