Firokên Rêjîma Esed bi Bermîlên teqîner, îro sibehê, bajarê Elhara li Parêzgeha Der’a amanc kir , di encamê de bi dehan birîndar ji sivîlan ketin û bêtirê wan zarok bûn, û doh jî sê sivîl şehîd ketin, jinek jî di nav wan de hebû, bi sedema armanckirina taxên rojhilatî bajêr bi demjimêrên sibehê re bi çar bermîlên teqîner.
Ev gurkirina êrîşa leşkerî hat di dema amanckirina Hêzên Rêjîmê ji bajarê Elhara û girê wê yê istiratîcî re, bi bombeavêjên top û mûşekan, her wiha bi firokên cengê êrîşî ser dikin, û ji du hefteyan de berdewam e, bi amanca ewê ber bi lihevhatinê de bidin li gora gotina çalakvanan, wek bijarteyekê da girê wê yê istiratîcî bêalî bikin, piştî ko hêzên Esed di standina Herêmê de têk çûn.
Di heman çax de şer di navbera Şoreşgeran û hêzên Esed li derdorê taxa Elmenşiyê li Dera û li aniyên bajarokê Kefer Nasic li gundewarê bakur çêbû. hem jî Hêzên Esed bi şeşberên giran taxên bajarê Dera yên rizgarbûyî amanc kirin, û çi qurbanî neketin. Her wiha Hêzên Esed avahiyek li aniya bajarokê Elnueyma teqandin.
Jêder: Hevbendî+Neba