Pîvera Aştiyê ya Cîhanî ya 2015an ya bi navê “Gilobel Biyês Indêks” Sûriya kiriye pileya 162an anku ya dawî li cîhanê ko aştî lê herî kêm heye û ev bû sala duyem ko Sûriya di evê pleyê de ye.
Raporta Cihanî ya ko Peymangeha Abûrî Û Aştiyê ya Ostiralî, Lîbya di pleya 149an de danî û Îraq di pleya 161 anko berî pleya dawî ya ko Sûriyê têde ye.
Sûriya di qeyraneke dijwar ya şer de ye. Rêjîma Esed birêveberiya ewê cengê dike li dijî miletê Sûrî yê ko Adara 2011an li himber wî derket .
Hemû cûreyên çekan ji kêrê pêkeve heta Mûşekên Sikod û Gazên kîmawî yên qedexa ji aliyê navdewletî ve , û avêtina Bermîlên teqîner bi ser milet de û bi ser bajar û gundan û taxên niştecihan de, di encamê de bêtir ji 300 hezar şehîdan piraniya wan zarok û jin û pîr û kal bûn qurbanî.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kir ko ketwara tawankarî ya berdewam ya Rêjîma Esed li ser civaka navdewletî feriz dike ko bi berpirsiyariyên xwe rabe û parastineke berdewam pêk bîne, bi ferizkirina herêmeke hêmin û aram dako Rêjîma Esed nikaribe nêzîk bibe. Hem jî hemû danpêdanên Navdewletî ji Rêjîma wî bêtin kêşandin. Eger ew ne bawer ba ko civaka navdewletî li himber tawankariyên ko dike bêçare ye ewî nikarîbû wisa bike.
Hevbendiyê berpirsiyariya yasayî ya sivîlan kire hustê civaka navdewletî de, digel parastin û dabînkirina ewlekarî û aştiya navdewletî. Û nehêle qurbanî bêtir bibin ji encama bombebarankirina firokên Rêjîma Esed ji sivîlan re.
Jêder: Hevbendî+Enadol