Saziya Barzanî a Xêrxwaz tekez kir ku wê alîkariyên mirovahî ji xelkên Girê Spî li gor şîret û qewîtiya serokê Herêma Kurdistanê Mes`ûd Berzanî pêşkêş bike.
Biryar heye ku îroj, sêşembê, tîmek taybet ji saziyê li gel sêzdeh erebeyên mezin herin Girê Spî ku alîkariyên hawarçûnê bi 120 ton ji bûjenên xwarinê ku wê li ser pênc hezar malbat belav bibe, û 200 hezar litrên sotemeniyê bo pêxistina motorên kehrebê jî hene.
Ev helmet weke berdewamiyekê ji helmetên din re ye ku sazî berî niha bo hewarçûna xelkên li deverên Kurdî li Sûriyaê pê rabûye.
Jêder: Hevbendî – Welatî Nêt