Rêjîma Esed ji 15ê oktoberê ve dest bi kampaniyeke leşkeriya kotekî kiriye, û li gora raportekê ji Toreya Sûrî ya mafê mirovan Rêjîma Esed lîsteyên navan yên ko ji bo leşkeriyê têne xwestin û hem yên yedek amade kirine û li ser hemû Navendên Birêveberiya leşkeriyê li bajarên ko di bin destê Rêjîmê de ne hatine belav kirin, û ew nav li hemû Rêbendên leşkerî hatine belav kirin.
Û ev operasyon li gora siyasetmedaran tê ku”rêjîm bizavê dike kêmaniya mezin di nav hêzên xwe de dagire û ew çeteyên ko li rex wî şer dikirin bi taybetî yên Iraqî ko piraniya wan ji bo beraberiya Daişê bikin li Welatê xwe vegeriyane”.
Lîste gelek nav di wan de hene xortên temenê wan navbera 28-36 salî, li gora yê ko serdana navendên rêveberiya leşkeriyê û li navê xwe geriyan. Li gora toreya Sûrî ya mafê mirovan hejmara xortên ko hatine xwestin li dora nîv milyonî ye piraniya wan ji Hema, Şam, Laziqiyê û Tertûsê ne.
Lê desthilatdarên Sûrî tu biryarên fermî pê dernexistine, lê nav hatine belav kirin, û dest bi girtinê kirine, li rêbendên leşkerî bi dehan xort girtine yên ko tu belgehên bi derengxistina wan nîn e.
Û yên ko red kirin û ne pejirandin Rêjîmê ew dane bin êşkenceyê, û heta nuha Toreyê navê sê kesan ko di bin êşkenceyê hatine kuştin ragihandiye, herweha hin di gitrtina ser malan de jî hatine kuştin.
Di heman çaxî de ko xortên Sûrî li herêmên bin destê Rêjîmê de bi kotekî dê bigihên hêzên Rêjîmê, bi hezaran xort direvin Tirkiyê, lê Birêveberiya Koçkirinê biryar daye ko derketin ji xortên di biniya 40 salî re nîn e, heta bi yê ko leşkerî qedandibe jî, pêvî ew kesên ko erêkirin ji navenda leşkeriyê standibin.
Li buhêrkên sînoran dest bi cîbicîkirina biryarê kirine.
Jêdder: Hevbendî+Elerebiye