Wezareta tendurstiyê ya rêjîma Esed roja 17 Tebaxê biryar bi bilindkirina nirxê dermanan da bi rêjeya 50% û rêjeya sûdeya dermanfiroşan ji 15% kir 25%.
Kawa Seydo dermanfiroşek ji bajarê Amûdê ye, ev nûçe ji me re piştrast kir û got: “me dest bi firotina dermanan bi nirxê nû kiriye û em welatiyan bi vê biryarê agahdar dikin”.
Seydo bal kişand ku ev biryar tenê li ser dermanên Sûrî cîbecî dibe û ti bandora wê li dermanên biyanî tune ye tevî şîrê zarokan.
Mihemed Qiço nexweşiya dil pêre heye ji bajarê Amûdê ji malpera me re ragihand ku derman berê buhabû û ev zêdebûna nû wê bandorke xerab li ser jiyana me bike ji ber rewşa me ya aborî berê xerabe.
Tê zanîn ku ji despêka şoreşê de ev cara sisya ye nirxê dermanan bilind dibe.
Jêder : Hevbendî