Rêxistina DAÎŞa terorîst berdewam e di revendina kurdan û êrîşkirina gundên wan li bakurê Babê û sepandina bac û bêşeyên zêde li ser wan û bidestdanîna li ser milk û malên wan.
Ligor axavtina çalakvanekî bo malpera Welatî , behaneya DAIŞê derbarê êrîşkirina gundên kurdan li Babê, yên ku têde xelk hatine girtin ew e, ku ew alîgirên Artêşa Azad û hêzên çekdar in, û ew gund evin: Gundê Şidûd 56 girtî, Şêx Cerah 12 girtî, Qebasîn 2 girtî, piraniya wan cotyar û kesên temen mezinin .
Herwiha ligor heman çalakvanî rêxistina DAÎŞê dest daniye li ser 45 xaniyan li gundê Til Circê, û destê xwe daniye li ser maşînên çandiniyê bi behaneye ku xwidanên wan murted û kafirin.
Hêjayî gotinê ye ku çarenivîsên bi dehan revandiyên berî salekê hêjî nediyar in.
Jêder:Hevbendî+Welatî