Taxa Cober, vê sibehê, ji hêla rejîma Esed ve ket ber bumbebarankirina bi xaza Kilorê, firokeyên cengê ên rejîmê nêzîk 33 êrîşan bi ser devera Gundewarên Şamê de, û bi taybet Cober, Dûma, Erbîn, Kefer Betna. Herweha Zemelka û Eyn Terma û Cisrên kete ber bumbebarana firokeyên cengê û avêjtokên sarûxan.
Çalakvanan ragihand ku piştî rejîma Esed di derbasbûna Taxa Cober de têk çû, û derblêdana şoreşgeran ji firokeyek cengê ya curê Mêx re, rejîmê êrîş bi xaza Kilorê a jehirdar, û bi sedên bumbeyan birin serTaxa Cober, di encamê de 50 kes, heyşt ji wan rewşa wan di metirsiyê de ye hatin veguheztin bo nexweşxaneya Erbîn a meydanî.
Hevebendiyê tawanên ku rejîma Esed her roj derheqê milletê Sûrî bikar tîne şermezar kirin, û ji Encumena Ewlehiyê xwest ku lêpirsînekê derbarê bikaranîna rejîmê ji xaza Kilorê re veke, û li ser pêwistiya cezakirina tawankaran û misogeriya nebazdana wan ji cezayê li gor tedvîrên di biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2118an de.
Hevbendiyê tekez kir ku pirsyariyên Encumena Ewlehiyê a Navdewletî li ser ferz dike ku bendên biryara xwe ya dawî 2209 pêk bîne, ku ew dibêje xaza Kilorê bûjeneke jehirdar, û çekeke kimawî ye, herweha dibîne ku bikaranîna wê di warê leşkerî de binpêkirineke mezin bo yasaya navdewletî, û binpêkirineke riswakirî ji biryara 2118an re ye, herweha biryara 2209 di her du bendên şeş û heft de tekez dike ku kesên pirsyar di ber bikaranîna çekê kimawî û di nav de xaza Kilorê divê werin cezakirin, û eger bi biryara 2118an nekirin divê Encumen Ewlehiyê tedvîran li gor bendê heftan ji belgeya Netewên Yekbûyî li ser wan ferz bike.
Jêder: Hevbendî