Doh, Balafirên Rûsya dagîrker û rêjîma Esed 23ê êrîş bi rokêtên Feraxî li ser xaniyên sivîlan li taxa El-We’ir ya dorpêçkirî li Humsê pêk anîn, ku di encam de 7 sivîl şehîd ketin û 32ê din jî birîndar bûn, û hin ji wan birînên wan giran in, û hin ji wan birînên wan gelekî giran in, û qutkirina endamên hin birîndaran jî hebûn, herwiha wêranekirineke mezin gihişte avahiyên sivîlan, û agir di nav wan de vêket.
Ji aliyê xwe ve, Ehemed Ebû El-Mecid El-Humsî, yê pijîşk e li taxa El-We’ir ji “Navenda Hums ya Ragihandinê” re got” Nexweşxaneya meydanî nikare vê qebara mezin ji birîndarên ku birînên wan giran in pêşwazî bike, mîna qutkirina endaman û birînên damarên xwînê û yên hestiyan”.
Lê Ebû Hemza yê medyakar di Tîma Berevaniya Şaristanî de, got ku balafirên cengî yek ji xalên Berevaniyê li taxê bi êrîşekê kir armanc ku bi vê yekê ew xal nema kar lê tê kirin, ji ber wêrankirina ku li navendê çêbûye.
Herwiha endamê “Komîteya Danûstandkar” li taxa El- We’ir Ebû Tewfîq Doh, roja Yekşemê ji Ajansa Simart re got ku rêjîma Esed topbarana xwe li ser taxê bi armanca koçberkirina welatiyan himbiz kir, wek çawa ku li bajarê Dareya yê Gundewarê Şamê pêk hat.
Ebû Tewfîq got, ku himbizkirina topbarankirinê di demekê de hat, piştî çend nameyan ji rêjîmê ku têde dixwest ku nişteciyên taxê derkevin, û gefa wêrankirina deverê li wan xwar, heger ew pabendî xwesteka wê nebin.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê da diyarkirin ku rêjîma Esed li gor planeke rêbazkirî dimeşe ji bo koçberkirina welatiyên derdora Şamê û cihên din; bi armanca guhertina demografiyê û perçekirina li ser bingeha mezhebî.
Herwiha Hevbendiyê tekez kir ku çi projeyê ku armnac jê perçekirina welat be, dê derbas nebe, û dê rastî îradeya gelê Sûriyê bê, yê ku ji yekîtiya Sûriyê ya temam bi xak û gelê xwe danakeve. Jêder: Hevbendî