Duh Sêşembê, rejîma Esed û Daiş li pey hev sivîlên aram li Dêra Zorê dane ber bumbebarankirinê, di encamê de 28 şehîd ketin, 16 xwendekarên keç, du jin, û du zarok jî di nav wan de hebûn.
Rewangeha “Dadwerî Bo Jiyanê” got rêxistina DAIŞê duh sibehê, êrîş bi bumbeyên Hawnê birin ser taxên Dêra Zorê yên di bin kontrola rejîmê de, li dibistaneke qonaxa navincî ya keçan li taxa Herabş da û di encamê de 16 keç û mamosteyekî jiyana xwe ji dest da, herweha jinek li taxa Cûra ji encama birînên ji bumbeya hawnê ku ji devera kontrola Daişê hate berdan jiyana xwe ji dest da.
Ji hêla xwe ve, firokeyên rejîma Esed taxa Himêdiyê ya di bin kontrola rêxistina Daişê bi bermîlek teqîner armanc kir, û di encamê de deh kes ku du jin û du zarok di nav wan de bûn şehîd ketin.
Hîn sivîl li Dêra Zorê di rewşin boblatî de ji ber karên tirorist ji hêla Daiş û rejîmê ve dijîn, taxên di bin kontrola rejîmê de ku 200 hezar kes tê de hene, di bin dorpêçkirinek asê de ji hêla rêxistina Daiş û hêzên Esed û simsarên wî dijîn, tunebûnek nêz-tekûz ji hemû pêdiviyên jiyanê re mîna xwarin û dermanan bi taybet heye.
Jêder: Hevbendî