Rêkxistina Dengê Girtiyan di daxuyaniyekê de, Girtina ko PYD di derheqê Siyasetmedarên Kurd de dike protesto kir.
Daxuyaniyê diyar kir ko giring e derfeta azadiya derbirînê hebe, û astengî û tengasî li pêş karê Çalakvan û kadirên partiyan çê nebin, û Asayişa Partiya Yekîtiya Dîmuqrat (PYD) dest ji zêdegaviyên ko dike û hemû karên ko aramî û hêminiyê li Herêmên Kurdan têk dibin berde.
Her wiha Daxuyaniyê tiştê ko Asayişê doh li gundê Çeqilmê li Herêma Efrînê kir bi derbasbûna Gund û girtina çend hevwelatiyan û ji nav wan Ehmed Cemal Eldîn Seydo û Berzanî Cemal Eldîn Seydo pirotesto kir, û ev herdu kesên navbûrî ji Partiya Dîmuqrata Kurdistanî-Sûriya ne.
Daxuyaniyê berpirsiyariya encamên vê girtinê da ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat (PYD), çimkî ev girtin kîn û nakokiyê di navbera partiyên siyasî de çê dike,li şûna ko di vê qonaxê de lêburînê li Herêmên Kurdan pêk bîne.
Jêder: Hevbendî – Rêkxistina Dengê Girtiyan