Îro roja înê 22/05/2015 şanda Komîteya Pêwendiyên Niştimanî û Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd di baregeha Netewên Yekgirtî de li Jinêv bi Stîvan Dî Mistora û şîretkarên wî re civiyan.
Di desstpêka hevdîtinê de Dî Mistora bal kişand li ser giringiya van gotubêjan bo peydakirina zemîneka guncayî bo çareseriya kirîza Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve şanda ENK-S nêrîna xwe ji Dî Mistora re derbarê çareseriya kirîza Sûriyê bi giştî û pirsa gelê kurd bi taybetî pêşkêş kir, û şanda navhatî tekez kir ku rêkeftin li ser desteyeka veguhêz ya hikumraniyê bi tevaya desthilatan û danîna destûrekê li gor lihevkirinê bo welêt ku têde mafên tevaya pêkhateyên gelê Sûriyê bêne misogerkirin û rêzê li firealiya netewî û olî û herwiha li mafên jinan bête girtin, ji gingtirîn mercên serkeftina piroseya Siyasî ye, ku dewleta fidralîzimê baştirîn gerantiye bo pêkvejiyana hevbeş di navbera tevaya pêkhateyên komelgeha Sûrî de.
Herwiha şanda ENK-S nêrîna xwe ligel belgenameya siyasî ya emzekirî bi Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê re bidest radestî Stîvan Dî Mistora kir.
Hêjaye gotinê ku şanda ENK-S ji birêzan: Ebduhhemîd Derwêş, Ibrahîm Biro, Zihêr Mihemed, Mistefa Sîno pêk hatibû.
Jêder: Hevbendî- Rûpelê Mistefa Sîno